Li Bernê çalakiya ‘bila komkujiya Parîsê ronî bibe’

Li Bernê çalakiya ‘bila komkujiya Parîsê ronî bibe’

Jinên kurd yên li Bernê dijîn, ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe û kujer bê dîtin li ber seferatxaneya Fransayê çalakî pêk anîn.

Bi armanca ku kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez derkevin holê li paytexta Bern a Swîsreyê li ber seferatxaneya Fransayê çalakî pêk hat.

Jinan di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hildan û dovîzên wekê ‘Bila komkujî aşkera bibe, kujer bê dîtin’ hildan û dirûşemeya ‘Em edeletê dixwazin’ berzkirin.
Jinan da zanîn ku heta kujer neyên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin û gotin di çalakiya din de hedefa wan eve ku bi seferatxaneya Fransayê ya Swîsreyê re hevdîtinê bikin.