Li Bernê çalakiya bila ‘komkujiya Parîsê ronî bibe’
Li Bernê çalakiya bila ‘komkujiya Parîsê ronî bibe’
Li Bernê çalakiya bila ‘komkujiya Parîsê ronî bibe’
Li paytexta Bernê ya Swîsreyê ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe çalakî pêk hat. Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Bernê hat şermezarkirin û hat xwestin kujer bên dîtin.
Çalakî ji aliyê Meclisa Jinan a Şehîd Mîzgîn ve li ber seferastxaneya Fransayê pêk hat. Ligel ku 4 meh di ser bûyerê re derbas bûye, kujer nehatine dîtin û ji ber vê jî bertekên li dijî hikûmeta Fransayê didome.
Nûnera Meclisa Jinan a Şehîd Mizgîn Aysel Batman axivî û got ligel ku di ser komkujiyê de 4 meh zerbas bûye jî hikûmeta Fransayê tiştek nekiriye û got: “Ji roja komkujiyê û vir de hemû daxuyaniyê hikûmeta Fransayê bi naqoqin. Nokteya din a girîng jî eve ku ji bo komkujî ronî bibe tu tişt nayê kirin. Ji ber vê jî rayedarên komkujiyê bi gumanin.
Endamên meclisê diyar kir ku heta bûyer ronî nebe dê çalakiya xwe bidomînin.