Li gelek navendên Ewropayê Kurdistaniyan grevên birçîbûnê dan destpêkirin. Li Berlînê jî li dijî tecrîda li ser Ocalan greva birçîbûnê ya li qada Brandebûrg Tor di roja 3’emîn de didome.
Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya komek Kurdistanî dest pê kir û duh bi 15 kesan dom kir, tê payîn ku 10 rojan dewam bike. Ne tenê Kurdistaniyên li Berlînê beşdarî grevê bûne heman demê aktivîstên li bajarên rojhilatê Elmanyayê jî dijîn beşdarî çalakiyê bûne.
‘EM TECRÎDA LI SER SEROK APO QEBÛL NAKIN’
Greva birçîbûnê duh li qada Brandebûrg Tor a Berlînê bi mîtîngekê dest pê kir. Çalakgeran bi pankart û dovîzan bal kişandin li ser armanca çalakiyê. Çalakgerên grevê ku ji ANF’ê re axivîn daxwaz kirin ku demildest tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û diyar kirin ku wê têkoşîna wan heta encam negre bidome.
Meryem Laçîn a ji bo greva birçîbûnê ji Kasselê hatî diyar kir ku ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven û azadiya Rêberê Gelê Kurd beşdarî çalakiyê bûye û wiha domand; “Em tecrîda li ser Serok Apo tu caran qebûl nakin. Heta ku Serok Apo azad ne be wê çalakiyên me bidomin. Heta em ne gihijîn armancên xwe em ê vê çalakiya xwe bidomînin. Tu statuyekî ya gelê me tune ye. Mafê tu kesî nîne ku mafê gelekê ji destê wê bigrin. Em tu dewletên ku bi yasayan maf nadin gelê me nas nakin. Em ê heta dawiyê liberxwe bidin ji ber ku berxwedan serketinê tîne.”
Jina Kurd a bi navê Kadriye ku ji bajarê Halle yê beşdarî çalakiyê bûye wiya axivî; “Li kûdera cîhanê dibe bila bibe em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Wek hemû dayikan em aligirên aşitiyê ne. Di dawiya vî şerî de bi teqez wê aşitî û çareserî were. Em biryara DYA’yê jî protesto dikin.”
Dîsa aktivîst Ahmet Şaylemez yê ji Halle yê beşdarî çalakiyê bûyî ev bang kir; “Çalakiya Leyla Guven gelek girîng e. Divê hemû kesên demokrat û aligîrên azadiyê ne piştgiriya çalakiyê bike û beşdar bibe.” Çalakger Menderes Ertuk ku ji bajarê Leîpzîg beşdarî çalakiyê bûye heman bang kir û wiha got; “Em ê heta dawiyê li gel Leyla Guven bin, heta Ocalan azad ne be wê çalakiyên me bidome.”
BI PÊŞENGIYA ÇALAKGERAN MÎTÎNG
Duh çalakgeran serdana herdu mizgeftên Kurd ên li Berlînê kir û ji bo çalakiya greva birçîbûnê daxwaza piştgiriyê kirin. Meleyan jî di xutbeyan de cih dan grevên birçîbûnê û gotin ku divê piştgirî were dayîn.
Wê îro seat 12:00 û 14:30’an li komeleya NAV-DEM’ê ya Berlînê bi pêşengiya çalakgeran li qada Brandenbûrg Tor mîtîngek were lidarxistin. Çalakger wê piştre seat 15:00’an beşdarî merasîma biranîna şehîdan a li komeleya NAV-DEM’ê bibin.