Li Berlînê bi hezaran kes ji bo Efrînê dimeşin
Ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û bidawîkirina piştgiriya çekan a ku Elmanya dide dewleta Tirk li Berlînê nêzî 20 hezar kesan dest bi meşê kirin.
Ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û bidawîkirina piştgiriya çekan a ku Elmanya dide dewleta Tirk li Berlînê nêzî 20 hezar kesan dest bi meşê kirin.
Li Elmanyayê bi banga zanyar, hunermend, hiqûqnas û nûnerên partî û sendîkayan, ji sibehê de bi hezaran kesa li qada Alexenderplatzê kom bûn.
Ji bo meşê bi hezaran kes ji bajarên cihê hatin Berlînê. Ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê girseyê muzîkên li ser berxwedana Efrînê û şoreşa Rojava stran.
Piştî axaftinên têkildarî Efrînê bi hezaran kes ji Neptunbrûnnenê dest bi meşê kirin. Di meşê de coşa girseyê bal dikişîne.
JIN PÊŞENGTIYA MEŞÊ DIKIN
Di meşê de jinên Kurd, Elman û Tirk pêşengiyê dikin. Jinan sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin û wêneyên jin û zarokan hildan ên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.
Di meşê de ji bo balkişandina tankên Leopard ên Elmanyayê yên ku li dijî Efrînên tên bikaranîn, maketên tankan hatin çêkirin.
Di meşê de bang li Elmanyayê hate kirin ku ‘Bila Merkel hevkariya sûc a bi Erdogan re bi dawî bike.” Di meşê de sloganên ‘Elmanya fînanse dike, Tirkiye bomberdûman dike’ û ‘Erdoganê faşîst’ tê berzkirin û tê xwestin ku bila qedexeyên li ser alayên sazî û rêxistinên Kurdan bi dawî bibe.
Korteja meşê ya ku niha li ber avahiya şaredariya bajarê mezin a Berlînê ye û wê piştre ji navçeya Mîtteyê ya Berlînê derbas bibe.
NAV-DEM û gelek saziyên Kurdan piştgiriyê didin meşê û ew ê meş bi mîtînga li Brandenbûrg Torê bi dawî bibe.