Li Berlînê amadekariyên ji bo meşa Kolnê qediyan
Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz got, "Ji bo meşa Kolnê ya 17'ê Sibatê amadekariyên me qediyane."
Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz got, "Ji bo meşa Kolnê ya 17'ê Sibatê amadekariyên me qediyane."
Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û êdî dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye.
Yilmaz ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' çalakî, konferans û mîtîng têne lidarxistin û got, "Weke asta herî iblind a pêngavê jî wê li Kolnê meşeke navendî bê lidarxistin. Bi sed hezaran kes wê berê xwe bidin Kolnê. Em ê li dora Rêberê xwe bicivin û diyar bikin ku êdî dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî hatiye."
Yilmaz anî ziman ku li Berlînê jî amadekariyên ji bo meşê qediyane û got, "Otobus hatin amadekirin. Serdana mal, dikandar û civînên gel hatin kirin. Gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom bûne û êdî dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye. Weke Meclîsa Nav Berlînê em bang dikin ku 16'ê Sibatê saet di 23:00 de bi otobusan tevlî meşê bibin."
DEM Û CIHÊ RABÛNA OTOBUSAN:
16'ê Sibata 2024'an
Saet 23.00
Residenzstraße 54,
13409 Berlin (Komel)