Li ber parlamentoya Swêd şermezarkirina DAIŞ

Li ber parlamentoya Swêd şermezarkirina DAIŞ

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistaniyan DAIŞ û AKP şermezar kirin. Li ber Parlamentoya Swêd çalakiya hat lidarxistin rastî dema Lîderê Partiya Karkerên Demokratîk a Sosyal Serok Stefan Lofven ku desteya xwe ya nû bi medyayê dida nasîn hat.

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistaniyan DAIŞ û AKP bi mîtîngeke li ber parlamentoyê şermezar kirin. Dema Serokwezîrê nû yê Swêd desteya xwe dida nasîn 20 metreyan dûrî wî  dirûşmayên Kurdan ên “Terorîst Tirkiye, terorîst DAIŞ”, “Faşîst Erdogan”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Kobanê bikişînin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG” bilind bûn.

Çalakiya di nava wan de ku nûnerên medyaya navneteweyî jî hebûn nêzî 80 rojnamevanan şahidiya çalakiyê kirin, hin kanalên televîzyonan yekser ragihandin, nûçegihanê duyemîn rojnameya Expressen a Swêd a xwedî tîraja herî bilind e di weşana zindî de ji şîrovanekî polîtîk pirsa “Gelo siyasetmedar cidiyeta rewşa li Kurdistanê û daxwazên çalakvanan dikarin fêm bikin?” kir.

Di çalakiyê de ku pankartên “Duh Şengal, îro Kobanê, teqez DAIŞ rawestînin”, “Tirkiye DAIŞ e, DAIŞ Tirkiye ye. Desteka Tirkiyeyê ya lojîstîk û leşkerî ji bo DAIŞ rawestînin”, “Têkoşîna azadiyê ya Rojava rewa ye”, “Hevalno em li hemberî çeteyên DAIŞ bibin yek” hilgirtin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên axaftin kirin, hat diyarkirin ku gelê Kobanê û hêzên YPG’ê ji 15’ê Îlonê vir ve li hemberî çeteyên DAIŞ bi lehengî li ber xwe didin. Li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Swêd divê alîkariya gelê Kobanê yê bi rîska qirkirinê re rû bi rû ye re bikin.

Axaftvanan hişyariya bi qasî yên komkujiyê dikin ên weke temaşevan dimînin jî wê di dîrokê de wek hevalbendên sûc cihê xwe bigirin û ji hemû hat xwestin ku hemû welatên Ewropa piştgiriya çek û leşkerî ji bo gelê Kobanê û şervanên YPG’ê bikin.

Komekî Asûrî-Sûryanî-Keldanî bi alên Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn tevlî çalakiyê bûn. Metîn Rhawî yê di çalakiyê de axaftinek kir bibîr xist ku çeteyên DAIŞ amadekariyên li Kobanê ji bo pêkhateya demokratîk a bihevre jiyana gelan ji holê rake û li Rojhilata Navîn neteweyan tune bike û li Hikûmeta Swêd banga li hemberî çeteyên DAIŞ helwest nîşan bidin û piştgirî bidin gelê Kobanê kirin.

Di saetên ku wezîr bi Serokwezîrê nû Lofven ji bo nîqaşa bi Qralê Swêd re çûn Qesrê Kurdistaniyan û Sûryaniyan ber bi navenda bajêr ve ketin meşê. Li Caddeya herî mezin a Stockholmê Drottningsgatan dirûşm gotin û hatin Qada Sergel. Li vir dirûşmayên şermezarkirina çeteyên DAIŞ gotin û çalakî bi dawî bû.