Li ber Parlamentoya Swêd çalakiya Kobanê
Li ber Parlamentoya Swêd çalakiya Kobanê
Li ber Parlamentoya Swêd çalakiya Kobanê
Li ber deriyê mezin ê Parlamentoya Swêd a li paytexta Swêd Stockholmê saet derdora 13.30’an Kurdên çalakî destpê kirin ji bo rawestandina çeteyên DAIŞ û pêşî li komkujiyekî ji nişka ve ya li Kobanê bê girtin banga Hikûmeta Swêdê bikeve tevgerê kirin.
Girseya posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, YPG, PKK û PJAK’ê hildan çeteyên DAIŞ şermezar kirin û dovîzên piştgiriya bi berxwedana Kobanê re hildan.
Çalakvanan dirûşmayên “DAIŞ ji Kurdistanê bicehime”, “Terorîst dewleta Tirk”, “destên xwe yen bi xwîn ji Rojava bikişin”, “Bijî Kobanê” û “Bijî YPG” gotin û belavok belav kirin.
Di mîtingê de nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê, Kurdocîde Watch CHAK, Konseya Aştiyê ya Swêd axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser rewşa ku ji 15’ê Îlonê vir ve Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye, ji bo pêşîgirtina komkujiyeke din a wek Şengalê hat xwestin ku Hikûmeta Swêd, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa mudaxeleyeke fiîlî bikin.
Di mîtingê de Parlamenterê Partiya Çepgir Amîneh Kakabaveh axaftinek kir. Kakabaveh bal kişand ser çeteyên DAIŞ ên dixwazin li Sûriyeyê û Iraqê etnîkan tine bikin û got ku ji ber vê yekê Kurd, Êzidî û kêmarên din hedef girtine. Kakabaveh diyar kir ku tenê çeteyên DAIŞ wê bi topbaranan neyên rawestandin û got ku welatên weke Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî ji ber piştgiriya didin çeteyên DAIŞ, ji tiştên rû didin berpirsiyar in.
Ingela Tornell ê Swêdî ku di nava yên tevlî mîtingê bûn de cih digirt, di daxuyaniya ji ANF’ê re da got ku ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd ên li Kobanê ber xwe didin li vir in.
Ji yên tevlî çalakiyê bûn Anam Karamî yê ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kir gelê Kobanê bi rîska qirkirineke çeteyên DAIŞ re rû bi rû ne û wiha got: “Em dixwazin ku YE û Swêd li hemberî çeteyên DAIŞ bikevin tevgerê, alîkarî bidin Kobanê dikin.”
Karamî got ku DAIŞ parçeyeke ji Tirkiyeyê û wiha got: “Piştî çeteyên DAIŞ dewleta Tirk a dixwaze destkeftiya statuyê ya gelê me li Rojava asteng bike heye. DYA, Erebîstana Sûidî û Tirkiyeyê bi hev re ew afirandin.”