Li Bensheîmê civîna gel a li ser hilbijartinan
Li bajarokê Bensheîm ê eyaleta Hessen a Elmanyayê, bi mijara hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê civîneke gel hat lidarxistin.

Di civîna ku li Navenda Çanda Elewî ya Bergstrasseyê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat lidarxistin de, Şaredarê berê yê Sûrê û endamê Meclîsa Kirklarê Abdûllah Demîrbaş amade bû.
Demîrbaş da xuyakirin ku polîtîkayên yekparêzî ya hikûmeta AKP'ê serî lê dide, gefê li pêşeroja gelan û cihêrengiyan dixwin û bal kişand ser girîngiya destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk.
Demîrbaş li hemberî dek û dolabên AKP'ê yên hilbijartinê banga hişyariyê kir û got, "Hem bi şexsî hem jî bi rêxistinî divê her kes bi daxwazeke mezin xebatên hilbijartinê bimeşînin."
Serokê Serokê Navendê Yuksel Akyar jî diyar kir ku ew projeya HDP'ê erênî dibînin û di vê hilbijartinê de ew destekê didin HDP'ê.