Li bejahiya Pulurê operasyona leşkerî

Li bejahiya Pulurê operasyona leşkerî

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku li navçeya Dêrsim Pulurê piştî ku wesayîteke beton dibir ji înşaeta qereqolê re ji aliyê gerîlayên TKP-ML ve hat şewitandin, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, di 23'ê Îlona 2013'an saet di 12:00 de li gundê Kûşlûca yê 6,5 km li başûrê navçeya Dêrsim Pulurê ye, wesayîteke beton ji Qereqola Jendermeyan a Nû re dibir ji aliyê gerîlayên TKP-ML ve hat şewitandin. Hat ragihandin ku wesayîta mijara gotinê, piştî ku beton li cihê qereqolê vala kir, di dema vegerê de li taxa Meşedîbî ya gund hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku du Tîmên Tevgera Taybet a Jendermeyan ser bi Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Jendermeyan li herêmên Bazen Tepe û Surubaba yên navçeya Pulurê di 24'ê Îlonê saet di 02.00 û pê ve derketine operasyonê.