Li Bazîdê 6 kesên din hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Bazîdê 6 kes hatin girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Bazîdê 6 kes hatin girtin.
Li navçeya Agirî Bazîdê welatiyên bi navê Firat Gureç, Mehmet Gureç, Evren Ogûz, Sûnay Yaman, M. Siddik Ozbakiş û M. Rhîm Gok ên di serdegirtinên malan ên 31'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin, piştî ragirtina li emniyete radestî Edliyeya Navçeyê hatin kirin.
Dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" xwest welatî werin girtin û sewqî Dadgeha Ceza ya Giran kir. Dadgehê jî her 6 kes girt û li Girtîgeha Tîpa M ya Agirî bi cih kir.