Li Başûrê Kurdistanê 4 kes xeniqîn
Li Başûrê Kurdistanê 4 kes xeniqîn
Li Başûrê Kurdistanê 4 kes xeniqîn
Di nava du rojên derbazbûyî de li navçeya Ranya, Hewlêr û Dihokê 4 kes di avê de xeniqîn.
Duh piştî nîvro li bajarê Hewlêrê Gulistan Ferzada û Akam Şêrwan li Parka Samî Evdirehman de di avê de xeniqîn. Li Ranyayê ji zarokek xeniqî û di ava Zawiteyê de ji ciwanek xeniqî.
Het ragihandin ku dema Gulistan Ferzada ya temen 20 salî a Penaberê Rojavayê Kurdistanê bû ji ber sedemek ne diyar ketiye di nav ava hewzê û Akam Şêrwanê temen 21 salî bi mebesta ku Gulistanê di nava avê de xilas bike xwe avêtiye avê lê ji ber ku wî jî melevanî ne dizanî herduyan di avê de jiyana xwe ji dest dane. Piştî ku cenazeyê herduyan ji hewzê hatin derxistin û rakirin nexweşxaneyê, di derbarê sedema bûyerê de daxuyaniyek ji aliyê rayedarên hikumetê ve nehatiye dayîn.
He wiha li Dihokê jî ciwanekî navê wî ne hat zanîn di nava ava navçeya Zawîte a girêdayî Dihokê de jiyana xwe ji dest da. Hat ragahandin ku, ciwanekî temen 15 saliye û di çe dibistana navîn refa 3. Dema li gel çend havalên xwe ji bo melevaniyê diçe li ser avê û xwe di avêjin avê piştî çend deqîqeyan di nava avê de winda dibe. Piştî derdor pê dihese û xwe di avêjin avê cenazeyê zarokê 15 salî derdixin.
LI RANYA JÎ ZAROKEK KET NAVA AVÊ
Hat rahandin ku, şeva 14-15‘ê Tîrmehê li navçeya Ranyayê zarokek 12 salî yê bi navê Bawer Şemsedîn li taxa Endazyarî ketiye nava avê û ji ber melevanî ne dizanî xeniqî.