Li Başûr ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê
Li Başûr ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê
Li Başûr ji bo Rojava çalakiya piştgiriyê
Li bajarê Silmanê ya Başûrê Kurdistanê bi daxwaza ku deriyên sînor bên girtin û êrîşên çeteyan protesto bikin meş pêk hat. Di meşê de dosyayek pêşkêşî parlamentoya Başurê Kurdistanê kirin û xwestin deriyê sînor ji bo alîkariya mirovahî bê kirin û bazirganî bê kirin.
Li Silêmaniyê parlamenter, hunermend, rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî û oldan jî di nav de j ibo komujiya Rojava şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Rojava çalakî pêk anîn.
Girseya li Kolan Selîm hatin cem hev berbi Buroya Parlamentoya Başur meşiyan. Girseyê dirûşmeyên ji bo piştgiriya Rojava berzkirin.
Girse li ber Buroyê ji aliyê parlamenteran ve hat pêşwazîkirin û li vir dosyayek li ser navê koman hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin.
Di dosyayê de hat diyar kirin ku piştgiriya bo Rojava berpirsyariya ahlaqî û netewiye û dijminahiya li dijî şoreşa Rojava îxanete. Di dosyayê de êrîş hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Divê deriyê sînor bê şert û merc bê vekirin. Girtiya deriyê sînor parçeyek komployê ye. Divê deriyê sînor bo bazirganî û alîkariyê bê vekirin.
Piştî pêşkêşkirina dosyayê girse belav bû.