Li Başûr, encamên sindoqan dê çawa bandorê li Meclisê bike?

Li Başûr, encamên sindoqan dê çawa bandorê li Meclisê bike?

Hilbijartinên başûrê Kurdistanê bi heyecan dawî bû. Beşeke girîng ya hilbijartinan diyar bû. KDP di asta partiya yekemîn de ye û ji ber ku bi tena serê xwe kabîneyê nekare ava bike, dê koalîsyon bê avakirin. Tabloya meclisê çawa bê dîzaynkirin bila bê, rastî eve ku nexşerêya siyasî ya Başûrê Kurdistanê diguhere. Êdî dema du partîbûnê bi dawî dibe û aktorên siyasî zêde dibin.

 Ji 30’î zêdetir partî an jî lîsta tevli hilbijartinên 4’emîn dema parlamentoyê bûn.Ji bilî KDP ya ku desthildar bû û YNK’ê,  Tevgera Goran, Îslamî Yekgirtu, Îslamî Komela, PÇDK û gelek aliyên din di hilbijartinên de têkoşiyan.

ELEQEYA GEL MEZIN BÛ

Di pêvajoya hilbijartinê de hemû bajar, gund û der dorê flamayên partî û posterên namzetan hatibûn daliqandin. Di nava rojê de konvoy pêk dihatin û li nava bajar xwepêşendan dihatin nîşandan. Lê Lijneya Hilbijartina Bilind rêjeya tevlibûna hilbijartinan ji sedî 73’ê aşkera kir û rewş wisa teyît kir.

Li gorî encamên ne fermî, partiya KDP’ê bûye yekemîn. Goran jî ketiye pêşiya YNK û partiya duyemîn ya ku herî zêde deng girtiye. YNK jî ket rêza sêyemîn. Ji bilî van Îslamî Yekgirtu bû çaremîn û Îslamî Komela bû pêncemîn.

Di hilbijartinên beriya vê de  ku PÇDK her tim hat astengkirin, îsal şansê xwe ceriband lê serkeftina k dihat payîn nehat bidestxistin.

LI BEHDÎNAN ÎSLAMIYAN LI HERÊMA SORAN LÎBERALAN DA ZORÊ

Sê herêmên hilbijartinê yên Başûrê Kurdistanê hene; Silêmanî, Hewlêr û Duhok. Hemû bajarên din, bajarok û cihên din di navbera van bajaran de tên sazkirin. Ya rast li Başûr pergaleke demokratîk ya hilbijartinê heye. Benda hilbijartinê ne mijara gotinê ye. Her degn hem ji bo kesê namzet û hem jî lîsteya ku namzet ketiyê tê hesibandin.

Li Hewlêr û Duhokê KDP’ê piraniya dengan girt û li Silêmaniyê jî Goran derket pêş. Ji ber vê jî wek muxalefet Îslamî Yekgirtu û Goran dengên xwe zêde kir. Mirov karên vê wisa jî îfade bikin:  li Mintikaya Behdînan, îslamiyan KDP da zorê û li mintikaya Soran jî  lîberal ketin pêşiya YNK’ê.

 Dema mirov li tabloya heyî dinêrin, du tişt derdikevin holê. Ya yekemîn eve ku Tevgera Goran bi dirûşemeya  ‘Guherîn’ , ‘demokrasî’, ‘edelet’ û ‘azadî’ bangî girseyan kir. Ev tevger di 2007’an de ji aliyê komeke ku ji YNK’ê veqetiyan ve hat avakirin.  Noşîrvan Mustafa ku pêşengiya tevgerê dike, her çiqas ji tevgereke çep hatibe jî  di kademeya bilind ya YNK’ê de peywir girtiye. Hevalê Mam Celal yê xebat û dozê ye.

YNK’Ê ÇIMA EVQAS DENG WENDA KIR?

Di van rojan de pirsa herî zêde tê kirin. Du sedem tên îdiakirin: Ya yekemîn dê kî bikeve şûna Mam Celal. Ligel vê pirsa Mam Celal dijî an najî jî tê kirin.  Her wiha di hişê mirovan de gelo dê YNK’ê xwe berhev bike an na, dê baweriyê bide tabana xwe an na. Di van mijaran de bêbaweriyek çêbûye û ev jî di encaman de bi bandore.

Ya din jî xizmete. Gel li cihê ku YNK’ê serdeste, ji pirsgirêkên wekê rê, ceyran, av û gazê bi gazincin.  Gel dibêje em li herêma benzînin lê ew benzîn nabînin.

ÎSLAMÎ ÇI DIXWAZIN

Îslamî çi dixwazin? Ya rast çi naxwazin? Ji ber ku ev demeke  dirêj bû û taybet di pêvajoya propagandayê de mijarên wekê alkol, fuhuş û nelêrêtiyê  nîqaş kiribû.  Îslamiyan ji van pirsgirêkan raste rast hikûmet û KDP berpirsyar dîti.

Goranên ku ketin nava bendewariya ‘Azadî û Demokrasiyê’ gotin: Kesên ji xerabûna civakê nerehet bûn partiya îslamî tercihkirin.

HIKÛMET DÊ HEVKARIYÊ XERA BIKE

KDP ya ku partiya yekemîne, ji ber ku nekare bi tena serê xwe kabîneyê ava bike,  ji koalîsyonê jî nekare birereve. Dê destpêkê li deriyê YNK’ê bixin. Lê ger li nêrînên cuda yên ji Buroya Polît ya YNK’ê bê mêzekirin, ev rêbaz zêde hêsan xuya nake. Yanî îhtîmalek u hevkariya hikûmetê xera bibe.

Rêbaza din jî koalîsyona KDP-Gorane. Tercîheke wisa dê ji aliyê Goran ve çiqas bê fikirîn.  Gelo dê KDP çiqas hezm bike.

DEMA DU PARTÎBÛNÊ BI DAWÎ DIBE

Tabloya meclisê çawa bê dîzaynkirin bila bê, ya rast heve ku tu kar dê wek berê neyê bi rêvebirin. Nexşerêya siyasî ya Kurdistanê diguhere. Êdî dema du partîbûnê bi dawî dibe.  Aktroên siyasî dê zêde bibin.