BI DÎMEN

Li Baselê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê destpê kir

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîr, Sûr û tevahiya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Swîsre Baselê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê destpê kir.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Cizîr, Sûr û tevahiya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Swîsre Baselê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê destpê kir.

Koma ji Kurdistaniyan a bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê li hev civiya, li bin konê li ber dêra li Meydana Claraplatzê hatiye vedan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakgeran êrîşên dewleta Tirk protesto kirin û ji hêzên navneteweyî xwestin, ku li hemberî wehşeta li Kurdistanê tê kirin, bikevin nava tevgerê.

Çalakgeran bi berdilkên li xwe kirî re bal kişandin ser komkujiyên li Kurdistanê. Di heman demê de li ser rewşa li Kurdistanê belavok belav kirin.

Çalakî wê di 7'ê Sibatê roja Yekşemê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bibe.

...