Li Bangladeşê bîlanço giran dibe, hêrs mezin dibe

Li Bangladeşê bîlanço giran dibe, hêrs mezin dibe

Li Bangladeşê di 24’ê Nîsanê  avahiya ku atolyeyê konfeksyonê yên ku markayên rojava têde dixbitin hilweşiya, nêzî 800 kes mir.  Jib o karekî bi rumet û adîlane xwepêşendanên protestoyî didome.

Li paytext Dakka ya Bangladeşê  li Savarê  avahiya Rana Plaza ya 9 kat hilweşiya û hê jî cenaze ji bin kavilê dertên.
Berdevkê artêşê Mîr Rabbî daxuyaniyek da û diyar kir ku dê hêj bi dehan cenaze ji bin kavilê derkevin û got bîlanço derketiye 800’î.   Cenazeyê 790 kesî hat derxistin û 13 kes jî birîndar derketin.
Di avahiyê de atolyeyê konfeksyonê hebûn.  Ev atolyek jî bi taybet bo markayê Prîkmark ya Îngîlîz û Mango ya Îngîlîz dixebitî.  Avahiya ji kartonê hatibû çêkirin bi erdê re bû yek û nêzî 3 hezar karker tê de hebûn. 

MÊTÎNGERIYA HOVANE: MEHÊ 30 EURO

Roja duşemê ji bo protestokirinê riya navendî ya Bangladeşê hat girtin.  Piraniya karkerên ji markayên rojava re dixbitin di bin 30 ewro de pere digirin.
Li Ewropayê jî xwepêşendan çêbûn.  Li ber maxazeya Mango ya Barselonayê çalakî pêk hatin.

Piştî Çînê, Bangladeş di rêza duyemîn a teksîlê de cih digire.

18 KARGEHÊN TEKSTÎLÊ HATIN GIRTIN

Di vê navberê de hat ragihandin ku 18 kargehên tekstîlê ji ber sedemên ewlekariyê hatine girtin.

Wezîrê Tekstîlê Abdûl Latîf Sîddîque daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir, ku 16 kargehên li paytext Dakka û 2 kargehên li bajarê Chîttagong, ji ber sedemên ewlekariyê hatine girtin.