Li Bangladeş’ê hejmara miriyan hezar derbas kir

Li Bangladeş’ê hejmara miriyan hezar derbas kir

Li paytexta Bangladeş Dakkayê, ji binê xirbeyê avahiya tekstîlê ya hilweşiyayî cesedên nû hatin derxistin û bi vî rengî hejmara miriyan hezar derbas kir.

Hînê nayê zanîn, ka di dema hilweşîna avahiya li ser 8 qatî ya li Rana Plaza, çend kes hebûn.

Rayedaran diyar kirin, ku li gorî daneyên îro danê sibê 1021 kesan di karesatê de jiyana xwe ji dest dane.

Rayedaran dan xuyakirin, ku di bûyera 24’ê Nîsanê de 2 hezar û 500 kes birîndar bûne û 2 hezar 437 kes jî hatine rizgarkirin.

Tê payîn xebatên lêgerîn û rizgarkirinê îro bi dawî bibin û xirbeyê avahiyê jî bi maşînên kar bê rakirin.

Li dû bûyerê, hukûmeta Bangladeşê, bi sedema merc û ewlekariya jiyanê, 18 kargehên tekstîlê yên li bajêr girt.

Her weha pêr jî, dîsa li paytext Dakka’yê li kargeheke tekstîlê şewat derket û herî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hêjayî gotinê ye, Bangladeş xwedî yek ji sektorên herî mezin ê tekstîlê yê cîhanê ye û li Rana Plaza ji go gelek marqeyên rojavayî kinc tên çêkirin.