Li Bandirmayê ‘Ciwanên Tirk’ li pey provokasyonê ne

Li Bandirmayê ‘Ciwanên Tirk’ li pey provokasyonê ne

Li navçeya Bandirma ya Balikesîrê  aliyên nîjadperest yên li dijî Newroza ku dê di 19’ê Adarê bên pîrozkirine, li pey provakasyonê ne.

Koma bi navê Ciwanên Tirk ên dijminê kurdanin, bi belavok, afîş û li ser tora civakî banga astengkirina pîrozkirina Newrozê dikin.

Koma bi navê Ciwanên Tirk yên Bandirmayê hatiye avakirin, bi dirûşmeyên wekê ‘Em li Bandirmayê terorîstan naxiwazin, Bandirma dê destûrê nede PKK’ê’ afîş amade kirin û balkişandin ser Newroza ku dê di 19’ê Adarê li Bandirmayê bê pîrozkirin û her wiha heqeretên mezin jî li Rêberê Gelê Kurd dikin.

Koma Ciwanên tirk ya dijminahiya kurdan dike serokatiya wê Gokçe Firat Çulhaoglu ku di komele û saziyên wekê Komeleya Ataturkçu Duşunce de xebitiye, dema ji bo Cejna Komarê derketibûn Qada Taksîmê pankarteke ‘Tayyîp biçe peywirê’ vekiribû.

Li Bandirmayê hatibû plankirin ku dê Newroz di 21’ê Adarê de li Komeleya Cumhuriyetê bê pîrozkirin. Lê BDP’ê di salnameya xwe de roja wê kir 19’ê Adarê.