Li Balikesîrê lehî: Sedan mal di bin avê de man
Li Balikesîrê lehî: Sedan mal di bin avê de man
Li Balikesîrê lehî: Sedan mal di bin avê de man
Li navçeya Edremît ya Balikesîrê ji ber sedema barîna zêde ya baranê li herêmê lehî rabû û bi sedan mal di bin avê de man.
Li derdora demjimêr 20.00’an yê şevê de baranek tund bariya û heya demjimêr 03.00 şevê dom kir. Li herêma ku carcaran gijlokê jî lêkir, bi sedan wesayît ji ber sedema lehiya li ser rêya E 87 ya Balikesîrê bi Çanakkale û Îzmîrê ve girê dide asê man.
Bi sedan mal û kargehên li navçeya Edremît û bajarokên tehtîlê yên Akçay û Zeytînliyê di bin avê de man. Îtfaye û yekîneyên rizgarkirinê hewil didin kesên di mal û kargehên xwe de asê mayîn rizgar bike. Hate ragihandin ku, yekîneyên rizgarkirinê yên Midûriyeta Rewşa Lezgîn û Afetê ji Balikesîr û Çanakkaleyê jî hatine.
Gelek lawirên di çîftlikan de jî telefbûne, ji ber ku xwe hêjan negihandine hinek herêman diltirsin ku windahiyên can çêbibin.
Qeymeqamê Edremîtê Osman Tunç daxuyaniyek da û diyarkir ku, li navçeyê afetek mezin jiyan bûye û got: “Heya niha me ji herêmê agahiya windahiya can nebihîstiye û înşalah jî dê çênebe. Me agahî girt ku lawir telefbûne lê heya niha agahiyek zelal tuneye.”