Li balafirgeha Stockholmê çalakiya bêîteatiya sivîl

Kurdistaniyan tevî dostên xwe ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Balafirgeha Arlanda ya Stockholmê çalakiya bêîteatiya sivîl kirin.

Bi banga Komîteya Rojava û komeleyên Kurdistaniyan li Balafirgeha Arlanda êvarê çalakiya bêîteatiya sivîl hate kirin.

Xwepêşandêran buroya Rêyên Hewayî yên Tirk asê kirin û wêneyên ku nîşan didin dewleta Tirk li Rojava li dijî sivîlan komkujî kiriye, her wiha pankartên ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê kiriye hildan.

Çalakgeran der barê komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirovên li derdorê agahdar kirin. Her wiha bang li Swêdiyan jî kirin ku mal û tûrîzma Tirk boykot bikin.