Li Balafirgeha Sabîha Gokçen şer
Li Balafirxaneya Sabîha Gokçen di navbera polîsên ku xwestin Fermandarê Bolukê yê Jendermeyan binçav bikin û leşkeran de şer derket.
Li Balafirxaneya Sabîha Gokçen di navbera polîsên ku xwestin Fermandarê Bolukê yê Jendermeyan binçav bikin û leşkeran de şer derket.
Bi fermana dozgeriyê bi îdîaya ku fermandarê Boluka Jendermeyan a li Balafirxaneya Sabîha Gokçen piştîgirî daye darbeyê hate xwestin ku bê binçavkirin. Polîsên ku ji bo fermandar binçav bikin çûn balafirxaneyê, li ser teslîmnebûna leşkeran şer derket.
Li Boluka Jendermeyan a li balafirxaneya Sabîha Gokçenê de 50-60 leşker hene. Dozger ji bo binçavkirina bolukê ferman da.