Li balafirgeha Sabîha Gokçen balafirek ket: 120 kes birîndar bûn

Balafirekê gava ku dixwest li Balafirgeha Sabîha Gokçen a li Stenbolê dane, ket û belavî sê parçeyan bû. Hate diyarkirin ku di balafirê de herî kêm 120 kes birîndar bûne.

Balafira Boeing 737 , ku 177 rêwî têde bûn gava li Balafirgeha Sabîha Gokçenê dadiket ketiye xwarê. Tê gotin ji ber şiliyê balafirgeh ji pîstê derketiye û bûye 3 perçe. Polîs û ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin ku gava balafir perçe bûye agir pê ketiye û komên îtfaiyeyê yên sewqî cihê bûyerê hatine kirin agir tefandine û rêwiyên di balafirê de tahliye kirin.

Waliyê Stenbolê ragihand ku herî kêm 120 kes birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

 Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

 Her wiha Balafirgeha Sabîha Gokçenê jî ji bo demekê hat girtin.