Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz hate pîrozkirin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran Newrozê bi rêbaz û komên biçûk bi pêxistina agir re hate pîrozkirin.

AMED

Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newroza îsal ên girseyî hatibûn betalkirin. Li ser vê yeke KCD, DBP, TJA, HDP û HDK’ê ragihandibûn ku êvara Newrozê ango 20’ê Adarê her kes li şaneşîn, pace, li ser baniyên xaniyên xwe, li kolan û kuçeyên xwe Newrozê pîroz bike.

Pîrozbahiya vê Newroza takekesî di saet 20.20’an de destpê kir. Li seranserî navenda Amedê jî dema saet bû 20.20 fişekên hewayî li kuçe û kolanan hatin teqandin, welatiyan lambeyên malên xwe vemirandin û pêxistin, ajokaran li kornayên erebeyan xistin û hin welatî ji li şaneşîn û paceyên malên xwe find vêxistin. Hin welatî ji li derve agir vêxistin û li derdorê govend gerandin.

Di pîrozbahiyên Newrozê yên welatiyan de dîmenên rengîn derketin holê. Fişekên hewayî ku hatin teqandin asîmanên Amedê ronî û rengîn kirin.

Li aliyê din li gund û navçeyan jî welatiyan agirê Newroz vêxist û pîroz kirin.

MÊRDÎN

Îsal ji ber vîrusa coronayê (Covîd-19) pîrozbahiyên girseyî yên Newrozê hatin betalkirin. Ji ber vê wê îşev saet di 20.20'an de her kes li şaneşîn, pencere û banên xaniyên xwe bi ronahiyên telefon, find, çira û hesteyan Newrozê pîroz bike.

Agirê ewil ê Newrozê li Taxa Zorava ya Nisêbînê hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Şêniyên taxê li erseyeke vala agirê Newrozê vêxistin û paşê çûn malên xwe.

Her wiha agirê Newrozê yê li Qamişloya ji hêla Nisêbînê ve hat xuyakirin û welatiyan jî bi tilîliyan piştgirî da prîozbahiyê.

Li Qoserê jî welatiyan zû dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Esnafan li ber dikanên xwe di hundirê tenekeyan de agir vêxist. Li Dêrikê jî şêniyên mezrika Kelekê yê gundê Şêba Jêr jî agirê Newrozê vêxist. Welatiyên çûn serê gir û agir vêxistin û paşê çûn malên xwe.

AGIRÎ

Li navçeya Panos a Agiriyê li gelek tax û gundan agirê Newrozê hat vêxistin. Li gundê Kizkapan ê Panosê ciwan hatin cem hev du û agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan xwe di ser agir re çeng kir û fîşekên hewayî teqandin.

ŞIRNEX

Navçeya Cizîr a Şirnexê di serî de li navenda Şirnex û navçeyên din gel Newroz li mal ve pîroz kirin. Li taxa Cûdî li sê nuqteyan saet 20:20’ê agirê Newrozê hate pêxistin.

Li taxa Nûr jî li welatiyên daketin kolanan bi ronahiyên telefon, meşale û agirê pêxistin Newroz pîroz kirin. Her wiha li gelek taxên Cizîrê jî welatî bi agirên biçûk Newroz pîroz kirin.

Her wina li navenda Şirnex, Silopiya, Hezex, Qilaban û Elkê û gelek deverên din welatiyan agir dada û Newroz pîroz kirin.

EDENE

Li navçeya Seyhan û Yuregîr a Edeneyê li taxên Daglioglû, Gulbahçe, Şakîrpaşa, Denîzlî, Kuçukdîkîlî, Barbaros, Hurriyet, Gulpinar û Kîremîthaneyê jî ciwanan bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kir. Saet di 20.20'an de li hemû taxan di heman wextî de fîşekên hewayî hatin teqandin. Ciwanan dirûşmeyên "Bijî Newroz" berz kirin. Jinan jî bi tilîliyan Newroz pîroz kir.

ÊLIH

Gelê Êlihê jî li hemû taxan bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kir. Her wiha li hin taxan jî ciwan agirê Newrozê vêxistin. Li gel vê hin welatiyan jî ronahiyên malên xwe vêxistin û temiranin û bi quşxaneyan deng derxistin.

WAN

HDP'ê jî li baxçê avahiya partiyê bi awayekî sembolîk agirê vêxist û Newroz pîroz kir. Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tev li pîrozbahiyê bû. Ciwanan li avahiya partiyê meşale vêxistin û dirûşmeyên "Bijî Newroz, Bijî Serok Apo" berz kirin. Li ser vê polîsa hatin ber avahiya partiyê û anons kirin ku ciwan belav bibin.

HDP'iya jî xwe di ser agirê Newrozê re çeng kir û pîrozbahî bi dawî kirin.

STENBOL, ÎZMÎR, AYDIN, MANÎSA, EDENE, MUGLA, KOCAELÎ Û TEKIRDAG

Li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê saet 20:20’ê welatiyên li Stenbol, Kocaelî û Tekirdagê derketin ser şaneşîn, şibake û banên malan agir dadan, bi meşale û kibrîtê û fîşekên hewayî Newroz pîroz kirin.

Li gel navçeyên din ên Stenbolê li Kocaelî û Tekirdaghê jî Newroz bi coş hate pîrozkirin. Her wiha li Edeneyê li hemû taxan fîşekên hewayî hatin teqandin. Tim dirûşmên ‘Bijî Newroz’ hatin qîrkirin. Li gelek navçeyên Îzmîrê jî agirê Newrozê hate pêxistin. Li Aydin, Manîsa û Mûglayê jî Newroz hate pîrozkirin.