Li bajarokê Kîbesîn ê Babê teqînek pêk hat
Li bajarokê Kîbesîn yê bajarê Babê yê Bakurê Sûriyeyê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di teqînê de 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Kîbesîn yê bajarê Babê yê Bakurê Sûriyeyê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku di teqînê de 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Kîbesîn yê bajarê Babê yê Bakurê Sûriyeyê teqînek pêk hat.
Gefên dewleta Tirk ên li ser Minbic û Rojava didomin û kaosa ku li bajarên herêma Şehba yê dagirkirî didome. Li van herêman çete hev dikujin, sivîlan direvînin, fîdyeyê dixwazn, bûyerên tecawûz, xesp û teqîn çêdibin.
Îro piştî nîvro li bajarokê Kîbesîn yê El Bab a girêdayî Şehbayê teqînek pêk hat.
Li Kîbesînê di nava çeteyên girêdayî dewleta Tirk de motosîkletek hate teqandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne.