Li Aydinê trajediya penaberan: 9 kes xeniqîn

Li Kuşadası ya Aydinê boteke ku penaber tê de bûn noq bû, zarok jî di nav de 9 kes mirin.

Bota ku 13 penaber tê de bûn û dixwestin biçin Ewropayê li peravên Kuşadası noq bû. Tîmên bejahî û deryayî yên ewlehiya peravê li ser îxbarekê xebat dane destpêkirin. Di encama noqbûna botê de 9 penaber xeniqîn û 4 jê hatin xilaskirin.

7’ê Tebaxê li peravên Izmîrê deryaya Egeyê jî 45 penaber hatibûn xilaskirin.

Gulanê 2 jê zarok 7 penaber dema ku ji Egeyê dixwestin biçin giravên Yewnan keştiya wan noq bûbû û xeniqî bûn. Di botê de ku ber bi girava Midillî ve diçûn bi kêmanî 20 kes hebûn.

Ji serê salê ve heta niha 14 hezar û 775 penaber ku ji Ege, Behraspî û Behrareş dixwestin biçin Ewropayê hatin girtin.