Li Aydinê malbateke Kurd rastî êrîşa bi çek hat
Li Aydinê malbateke Kurd rastî êrîşa bi çek hat
Li Aydinê malbateke Kurd rastî êrîşa bi çek hat
Li gundê Kardeşler ê girêdayî bajarê Aydinê maşîneya ku Kemal Demîrcan bi kar dianî li maşîneyeke din qelîbi. Piştî qezayê ku aloziyê rû da, mala Kemal Demîrcan rastî êrîşa çekdarî hat û jina bi navê Sultan Demîrcan bi giranî birîndar bû. Hat ragihandin ku Malbata Demîrcan a Kurd berê jî rastî êrîşê hatibû.
Di ketina gundê Kardeşler ê gîrêdayî bajarê Aydinê de maşîneya Kemal Demîrcan bi kar dianî li maşîneyeke din qelibî. Paşê tevî hatiye gotin ku di qezayê de yê xwedî qisûr e wê mesrefa rû daye bide jî, Mala Demîrcan ê Kurd ji aliyê kesekî bi navê Zafer rastî êrîşa çekdarî hat. Di êrîşê de ji ber bi awayekî bêserûber gulle hatin reşandin jina bi navê Sultan Demîrcan (21) bi giranî birîndar bû. Tê gotin ku rewşa Demîrcan a rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturk giran e. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin kesê bi navê Zafer ê Demîrcan birîndar kiriye teslîmî Muduriyeta Emniyetê ya Aydinê bûye.
Ligel vê hat destnîşankirin ku di sala 2009’an de jî li hemberî malbata Demîrcan êrîşeke faşîzane pêk hatiye û kesê bi navê Zafer ê Songul Demîrcan birîndar kiriye wê demê jî di nav wê êrîşê de cih girtiye.