Li Awusturya, Swîsre û Kanedayê çalakiyên Dayikên Şemiyê
Li Awusturya, Swîsre û Kanedayê çalakiyên Dayikên Şemiyê
Li Awusturya, Swîsre û Kanedayê çalakiyên Dayikên Şemiyê
Li welatên Awusturya, Swîsre û Kanedayê çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re hatin lidarxistin. Çalakî li paytexta Awusturya Viyana û bajarê Linzê, yên li Swîsreyê jî li bajarên Bern û Zurichê, li bajarê Kaneda Torontoyê bi wezîleya 500’emîn hefteya Dayikên Şemiyê, haitn lidarxistin.
AWUSTURYA
Çalakiya li paytexta Awusturya Viyanayê li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê pêk hat. Derdora 200 kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên kesên hatibûn windakirin hilgirtin. Çalakî piştî axaftinên nunerên saziyan bi dawî bû.
Girseya li bajarê Linzê jî li Martin Luther Platz li hev kom bûn, mitîngek li dar xistin.
SWÎSRE
Li bajarên Bern û Zurichê jî bi wesîleya 500’emîn Hefteya Dayikên Şemiyê di heman saetan de çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de li gel wêneyên kesên di binçavan de hatine windakirin, dovîzên bi Elmanî hatin hilgirtin. Çalakî bi banga Komeleya Mafê Mirovan û Komeleya Piştevaniyê û Komiteya Piştevaniya Dayikên Şemiyê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin ser kiryarên dewleta Tirk ên ku di encama wan de, di salên 1980-1990’an de bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin, û bi bîr xistin ku bi hezaran kes di encama kiryarên fail nediyar de hatine windakirin.
Di axaftinan de hate bibîrxistin ku di van demê dawiyê de kiryarên dewleta Tirk ên bi vî rengî berdewam kirine û hate diyarkirin ku dewleta Tirk 9’ê cotmeha 2013 li Parîsê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kiriye.
Di çalakiyê de hatiye diyarkirin ku divê Tirkiye hevpeymana navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya Parastina li Dijî Windakirinên bi Darê Zorê îmze bike.
Piştre hevsera Alî Tekdagê ku hate windakirin, Hatîce Tekdag axaftinek kir û got: “Heta windahiyên me neyên peydakirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.” Piştre xizmên Fehmî Tosun axaftinek kirin. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.
KANEDA
Li bajarê Toronto yê Kanedayê jî bi pêşengiya xebatkarên jin ên Komeleya Çandê ya Kurdan bi armanca piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re çalakî hate lidarxistin.
Çalakiya bi wesîleya 500’emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê 50 kes beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Dayika Min Şemî ye, Hefteya 500’emîn em li vir in” vekirin û stranên Kurdî hatin gotin. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.