Li avahiya HDP'ê ya Edeneyê teqîn: 4 birîndar

Li Edeneyê, di teqîna li avahiya rêxistinên HDP'ê yên Bajêr û Navçeya Seyranê lê ye de, li gorî agahiyên destpêkê 4 kes birîndar bûne.

Li Edeneyê, di teqîna li avahiya rêxistinên HDP'ê yên Bajêr û Navçeya Seyranê lê ye de, li gorî agahiyên destpêkê 4 kes birîndar bûne.

Li avahiya li kolana Cemal Gorses a li taxa Tepebag a Edeneyê, ku rêxistinên HDP'ê yên Bajêr û Navçeya Seyhanê lê ye, danê vê sibehê teqînekê rû da.

Di teqînê de 4 kes birîndar bûn. Şewata li avahiyê ji aliyê ekîbên arkujiyê ve hat vemirandin. 4 kesên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Ji ber dijwariya teqînê avahiyê zerareke mezin dît.