Li Atînayê tecrîd hate protestokirin

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, ciwanên Kurd û Yewnan, li hemberî tecrîda Îmraliyê şîrketa lojîstîkê ya Tirk-Yewnanan dagir kirin.

Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên anarşîst li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şîrketeke Tirk-Yewnanan dagir kirin.

Ciwanan xwestin dengê çalakgerên grevên birçîbûnê bidin bihîstin û sloganên bi Kurdî û Yewnanî berz kirin. Ciwanan pankarteke mezin li avahiyê daliqandin.

Li ser navê ciwanan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de li hemberî tecrîdê berpirsyariyên saziyên navneteweyî û yên dewleta Yewnanan hatin bibîrxistin û ciwanan gotin “ Em bi berxwedêrên greva birçîbûnê re ne.”