Li Atînayê panela li ser Rojhilata Navîn û Rojava
Siyasetmedar û rojnamevnaên Kurd û Yewnan li Civata Rojnamevanan a Atînayê li hev civiyan û bi mijara "Rojhilata Navîn, penaberî û Rojava" panelek li dar xistin.
Siyasetmedar û rojnamevnaên Kurd û Yewnan li Civata Rojnamevanan a Atînayê li hev civiyan û bi mijara "Rojhilata Navîn, penaberî û Rojava" panelek li dar xistin.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, doh saet 19'an li Civata Rojnamevanan bi mijara "Rojhilata Navîn, penaberî û Rojava" panelek hate lidarxistin. Serokwekîla Parlamenta Yewnanîstanê Tasia Xristodoulopoulou, Nûnerê PYD'ê Doktor Îbrahîm Muslim, Nûnerê Fîlîstînê Mûstafa Battikhi, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Syriza Nektariis Bogdanis û rojnamevan Stratis Angelis tevlî panelê bûn.
Qisekeran bal kişandin ser şerê li Rojhilata Navîn û li ser sîstema kanton a li Rojavayê Kurdistanê bi perspektîfa neteweya demokratîk ava dibe û rola pêşeng a Kurdan nirxandin. Xristodoulopoulou destnîşan kir ku sîstema meclîsê ya li Rojava ji bo avakirina cîhanek nû modeleke.
Rojnamevan Statis mijara penaberan nirxand û polîtîkaya Ewropayê ya li ser penaberan rexne kir. Statis anî ziman ku Tirkiye sûdê ji vê yekê digire.
Nûnerê PYD'ê Dr. Îbrahîm işaret bi sîstema neteweya demokratîk a li Rojava kir û got, bi vê sîstemê re wan nîşanî cîhanê dane ku dikarin bibin mînak.
Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Varto jî ji bo şoreşgerê Partîzan Tûrgût Kaya yê çend roj berê hate destgîrkirin û dibe ku radestî Tirkiyeyê were kirin, bang li Serokwekîla Meclîsê Xristodoulopoulou kir ku bi berpirsyarî rabe.
Xristodoulopoulou jî da xuyakirin ku wê di vê derbarê de bikeve nava tevgerê. Panel piştî belavkirina belavokên li ser Tûrgût Kaya, qediya.