Li Atînayê Newroz hate pîrozkirin

Li paytexta Yunanîstan Atînayê bi tevlîbûna sedan kesî ve Newroz hate pîrozkirin.

Li paytexta Yunanîstan Atînayê bi tevlîbûna sedan kesî ve Newroz bi awayekî coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya bi rêzgirtinê ve destpê kir, alên YPG/YPJ’ê hatin bilindkirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” hate qîrkirin.

Di pîrozbahiyê de siyasetmedara Kurd Rukn Demîr axivî û bal kişand ser berxwedana Efrînê.

Her wiha siyasetmedarê Kurd Metîn Bîngol jî di axaftina xwe de behsa tecrîta girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan tê kirin û berxwedana Efrîn silav kir.

Berdevkê PYD’ê yê Yunanîstan Îbrahîm Muslim jî qala êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê kir û got: “Efrîn ne ketiye, li ber xwe dide. YPG /YPJ li ber xwe dide.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşman hate pêkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê ve bi dawî bû.