Li Atînayê çalakiya ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê

Kurdên li Atînayê tevî dostên xwe çalakiyek pêk anîn û xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin.

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger, ciwanên Kurd li meydana Sintagma ya paytexta Yewnanîstan Atînayê li hev civiyan û ji bo bidawîbûna tecrîdê û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyeke rûniştinê ya bêdeng pêk anîn.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, alên PKK û KCK'ê li qada çalakiyê hatin hildan.

Ciwanan êlekên spî li xwe kirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li Ewropa, Kurdistan û tevahiya dinyayê. Rêxistinên Çep ên Tirkiyeyî jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Îngilîzî û Yewnanî hatin belavkirin.