Li Asarlik pîrozbahiyeke bi heybet a 15’ê Tebaxê

Li Asarlik pîrozbahiyeke bi heybet a 15’ê Tebaxê

Li navendên cuda yên Îzmîrê di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP’ê ya Îzmîrê de pîrozbahiyên cejna vejînê yên 15’ê Tebaxê di roja sêyemîn de li bajarokê Asarlik a Menemen bi beşdariya bi hezaran şahiyeke bi heybet hat lidarxistin. Di şahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de hat destnîşankirin ku 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de rûpelekî nû vekiriye û banga “Dest ji piştgiriya çeteyên El Qaîde berde, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê gavan biavêje” li hukûmeta AKP’ê hat kirin.     

Bi hezaran kesên ku li ber avahiya bajarokê Asarlık hatin gel gel hevdu û di nav wan de endamên TAYD-DER, YAK-DER, KURDÎ-DER, MKM Mala gel a Asarlik ku hebûn bi meşaleyan û pankartên “Ji têkoşînê heta muzakereyan ji mîmarê aştiyê Ocalan re hezar silav”, “Bi ruhê 15’ê Tebaxê re ber bi xweseriya demokratîk” heta Qada Asarlik meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmayên  ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Gelê Rojava ne bi tenê ye’’, ‘’Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” hatin berzkirin.

Di çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir, bernameya şahiyê li ber muzîk û stranên komên MKM’ê bi gerandina govendê ku dom kir, derbarê girîngî û wateya rojê e axaftin hatin kirin.    

Bi rêzê Serokê Rêxistina Menemen ê BDP’ê Zeyneddin Ozturk, Serokê Rêxistina Îzmîrê yê BDP’ê Fuat Mîkaîloglu û endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Mehdî Aslan axivîn.

Şahî bi stranên komên muzîkê yên MKM’ê û hunermendên herêmî bi govend, dîlan û fîşekên hewayî yên asîmanê rengareng kir bi dawî bû.