Li Arhusê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Bi hezaran kes bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê li bajarê Arhusê yê Danîmarkayê meşiyan.

Girse bi dirûşma 'Her der Efrîn e, her der berxwedan e', 'Duh Helepçe îro Efrîn' dest bi meşê kir. Di meşê de alayên YPG-YPJ'ê hatin hildan û pankarta bi nivîsa 'Li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê deng derxîne' hate vekirin.

Li meydana şaredariya Arhusê çalaki bû mîtîng û axaftin li ser navê PYD'ê hate kirin. Qisekeran gotin li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê ew ê çalakiyan bidomînin.

Mîtîng bi dirûşma 'bijî berxwedana Efrînê' bi dawî bû.