Li Antakyayê di êrîşa polîsan de kesek giran birîndar bu

Li Antakyayê di êrîşa polîsan de kesek giran birîndar bu

Li Antakyayê, piştî merasîma cenaze ya Alî Îsmaîl Korkmaz, polîsan êrîşî girseyê kirin û di encamê kesek bi giranî birîndar bû.

Piştî merasîma cenazeyê Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîrê di xwepêşandanên Gezî yên 2'ê Hezîranê de di encama êrîşa kesên di bin kontrola polîsan de jiyana xwe ji dest da, pevçûn derket.

Girseya gel a li qada Ûgûr Mûmcû li hev kom bû û xwest ber bi taxa Armûtlû bimeşe, li êrîşa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê rast hat û li ser vê yekê pevçûn derket. 

Di nava êrîşkaran de tîmên taybet ên jenderme jî hebûn û girseya gel jî ji bo xwe biparêze bi kevin û molotofan bersiv da. Di encama êrîşa polîsan de bombeyek gazê li serê kesekî navê wî nehat zanîn ket û giran birîndar bû. 

Pevçûnan tevahiya şevê dewam kirin û gelek çalakger birîndar bûn, herî kêm kesek jî hat binçavkirin.