Li Amûdê pêşbirka kişikê hat lidarxistin

Li Amûdê pêşbirka kişikê hat lidarxistin

Di çarçoveya kampayaya ‘Mala xwe bernede, vegere welatê xwe’ ku Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz birêve dibe, li bajarê Amûdê pêşbirka kişikê hate lidar xistin.

Di pêşbirka ku 10 rojan dewam kir, Kawa Esed û Mihemed Yûnis gihiştin nîvêfînalê, di nîvê Fînalê ku bi dehan hezkiriyên Satrancê beşdar bûn Kawa Esed bi ser ket û bû şampiyonê pêşbirkê yê yekem.

Beşdarên pêşbirkê ji bo amadekirina vê pêşbirkê sipasê Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz kirin.Di dawiya pêşbirkê de herdû şampiyonên nîvê Fînalê ji alî rêvebirya Konfedrasyonê ve hatin xelat kirin.