Li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn
Li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn
Li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn
Deriyê Çiyê yê Amedê li cihê ku Şêx Seîd û hevalên wî lê hatin darvekirin hatin bibîranîn. Platforma Bîranîna Şêx Seît û Hevalên wî bername pêk anîn. Di bernameyê de Muhammet Akar, xwest şûna gora Şêx Seît û hevalên wî bên aşkerekirin û navê qadê wekî Qada Şêx Seît bê guhertin.
Di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li Deriyê Çiyê yê Amedê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn. Platforma Bîranîna Şêx Seît û Hevalên wî li Deriyê Çiyê bernameya bîranînê pêk anîn. Di bernameyê de rêvberên BDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Girsê di bernameyê de pankarta "Em ji bîr nakin" vekirin. Di bernameyê de Muhammet Akar, xwest şûna gora Şêx Seît û hevalên wî bên aşkerekirin û navê qadê wekî Qada Şêx Seît bê guhertin.
Akar, anî ziman ku piştî komara Tirkiyeyê hat avakirin û şûnde hişmendiya yekparêz pêş ket û polîtîkayên înkar û îmnayê dest pê kirin. Akar, da zanîn ku di sala 1925'an de Şeyh Said û hevalên wî yên dozê ku hatin darvekirin di dilê gelê kurd cihekî bi hurmet û taybet girtine û gelê kurd dê heta dawî li wan xwedî derkevin û wiha got: "Em dixazin şûna gor Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê bên dîtin. Em dixwazin navê Deriyê Çiyê jî wekî Qada Şêx Seîd bê guhertin.
Komê piştî bernameya bîranînê ji ber êrîya Liceyê bername di nêvî de betal kirin.