Li Amedê Sempozyûma Mafên Mirovan

Ji bo Hefteya Mafên Mirovan a 102ê Kanûnê li Amedê sempozyûm hate çêkirin.

Ji ber 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Nûnertiya  Weqfa Mafê Mirovan (TÎHV), Baroya Amedê, Însiyatîva Mafan a Odeya Tabîban a Amedê ‘Sempozyûma Mafên Mirovan’ çêkirin. Sempozyûm li Hêwana Konferansê ya Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê (DESOB) pêk hat.

Moderatoriya sempozyûmê ji hêla Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Amedê ve hate kirin.

Racî Bîlîcî bal kişande binpêkirina mafê mirovan a van çend salên dawî û got, ‘Ev welat bi red û înkarê nikare bigihije deverekê. Heta ku Kurdan qebûl nekin wê negihijin deverekê. Her çendî berdêla vê giran be jî, di her şertî de em ê vê bibêjin. Me hevalê xwe Tahîr Elçî ku ji bo têkoşîna mafê mirovan kedeke mezin dide ji dest da. Îro li welêt ewlehiya jiyanê ya kesekî nemaye.’’

‘TIŞTÊN KU DIBIN BI TEMAMÎ KÊFÎ NE’

Raportora Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) Emma Sînclaîr Webb jî got beriya bi 2 salan ew li Şirnexê bûne, xebat kirine lê îro ev derfeta wan tine û got ev jî kurteya binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê ye. Webb bal kişande binpêkirina mafê mirovan a li dinyayê û Tirkiyê û got, ‘’Kurteya vê demê kêfîtî ye. Binçavkirin, girti, îxrac, qedexe hene lê bi kurtasî mirov dikare bibêje kêfîtî ye ev. Bi temamî dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin.’’

‘TENÊ JI BO NÛÇEGIHANÊN NAVDAR AZADÎ TÊ XWESTIN’

Webb li ser zext û astengiyên li ber çapemenî û derbirîna azadiyê rawestiya û got azadiya li ber çapemenî û derbirînê bi temamî hatiye rakirin. Webb diyar kir ku mirov nikare ji hikûmetê pirsan bike, nikare lêkolîneke objektîf bike, nûçegihaniya sereke hatiye rakirin. Webb diyar kir li Tirkiyê gelek tişt nabin nûçe û li Kurdistanê jî ev zext zêdetir berbiçav dibe û wiha got: ‘’Li herêmê nûçegihan nikarin bi pey nûçeyan bikevin. Tim neçar in ku destûrê ji amirên milkî bixwazin. Her wiha tenê behsa azadiya kesên navdar tê kirin. Lê gelek kesên ku em nas nakin ji ber azadiya çapemeniyê û derbirînê girtî ne. Dema ku behsa azadiya çapemenî û derbirînê tê kirin şaş e ku tenê behsa nûçegihanên navdar wer kirin.’’

‘MAFÊ DEMOKRASIYÊ YÊ HERÊMÊ NÎN E’

Webb bi berdewamî bal kişande ser dozên ku parlamenter û siyasetmedar têne darizandin û got, ‘’Dema ku mirov li dosyaya  Selahattîn Demîrtaş binere mirov dikare rewş welêt bibêje. Ji protestoyên Kobanê berpirsê sereke tê ditin. Ne pêkan e, partiyeke siyasî bangê dike lê nikare pêşbîniya wê bike bê ka wê çi bibe. Bang ne bi naveroka tundiyê ye. Bi giştî li ser siyasetmedaran zext û zordariyê dest pê kir û li hemû Tirkiyê berbelav bû. Ji kar dûrxistina şaredaran û li şûna wan danîna qeyûman, girtina hevserokan bûyerên pir girîng in. Nûnerê xwecih ê herêmê nîn e êdî. Mirovên ku herêmê hilbijartine ne li ser karê xwe ne. Ev jî tê wê weteyê ku mafê demokrasiya xwecih a herêmê nîn e. Li gel ku pir girîng e jî mixabin deng bi xwe re nayîne.’’

Parêzer Rewşen Batûray Saman jî di axaftina xwe de bal kişande ser êrîşên bi ser goristanan de.