Li Amedê polîsekê hewilda xwe întîhar bike
Li Amedê polîsekê hewilda xwe întîhar bike
Li Amedê polîsekê hewilda xwe întîhar bike
Polîsê ku li Şaxê Muduryeta Tevgera Teybet a Amedê erkdar, bi demanceyê xwest ku xwe întihat bike. Polîsê ku rewşa wî girane têkoşîna jiyanê dide domandin.
Li gorî agahiyên bi dest ketîne polîsê ku 2 sale li Şaxê Muduryeta Tevgera Teybet a Amedê erkdare û navê wî nehatî zanîn, di saetên sibehê de hewilda ku xwe întihar bike.
Polîsê ku di encama întiharê de giran birîndar bûyî de, hevalên wî rakirin nexweşxaneyê.
Piştî ku Mudurê Ewlehiyê yê Amedê Recep Guven agahiya întiharê bihîst çû Zanîngeha Dicleyê di derbarê rewşa polîs de ji dixtoran agahî girt. Hat zanîn ku rewşa polîs girane.