Li Amedê polîsan herî kêm 2 xwendekar binçavkirin
Li Amedê polîsan herî kêm 2 xwendekar binçavkirin
Li Amedê polîsan herî kêm 2 xwendekar binçavkirin
Polîsan li Zanîngeha Dîcleyê mudaxaleyî stantên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat kir û di mudaxaleyê de herî kêm 2 xwendekar binçav kirin.
Endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê DUO-DER'ê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê stanta rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê vekir. Xwendekarên ku ji bo piştgiriyê stantên rojnameyan vekir, rastî mudaxaleya polisan hatin.
Xwendekarên Fakulteya Zanistiyên Îdarîe û Îktisadî li pêş fakulteyê li hev kom bûn û li pêş fakulteyê stanta rojnameyan vekir. Piştî xwendekaran stanta rojnameyan vekir, polîs hatin cem stantê û gefên "Belav bibin, em dê wêneyên we li vir bikişînin û bişînin ji malbatên we re" li xwendekaran xwarin. Lê ji ber xwendekar belav nebûn û bi komî ketin kafulteyê, piştî derketina fakulteyê polîsan xwendekarê bi navê Vakkas Korkmaz û Esra ku paşnavê wê nehat zanîn jî di navde, herî kêm 2 xwendekar binçav kirin.