Li Amedê panela ‘Di sînemaya belgefîlmê de nêrîna jinê’

Li Amedê panela ‘Di sînemaya belgefîlmê de nêrîna jinê’

Derhênerên jin di çarçoveya 3'emîn Mihrîcana Film Amed de di panela "Di sînemaya belgeselê de nerîna jinê" niqaş kirin.

3'emîn Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin bi pêşandana belgefilm û panelan berdewam dike.

Mihrîcana ku îsal bi şîara "Bi Têkoşîna Azadiya Jinê Ber bi Sinemaya Azad ve" dest pe kir û diyarî 3jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirn Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz, Endama KNK'ê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez hate kirin, bi tevlêbûn û eleqeyek mezin didome. Di mihrîcana ku di 18'ê Gulanê de dest pê kir û heta 25'ê Gulanê bidome, li salona Konferansê ya Navenda Çanda Cegerxwîn derhênerên jin panela "Di sînemaya belgeselê de nerîna jinê" pêk anîn. Di mihrîcanê de li aliyê din pêşengeha "Afîşên Filman ên Derhênerên Jin" hat vekirin. Di pêşengeha afîşan de wêneyên 3 jinên kurd en siyasetmedar bi boyaxa yaxli hatin pêşandan. Di panela derhênerên jin de Derhêner Nîgâr Kocaman, Derhênera Jin a Îranê Şîlan Saadî, Elif Ergezen û Bîngol Elmas wekî axaftiner amade bûn.

Derhênera Jin a Îranê Şîlan Saadî li ser dîroka derhênerên jin ên kurd û di fîlman de cih digirin rawestiya. Saadî, diyar kir yekem jina Belgesel Film kişandiye Alîs e û wiha got: "Jinan di her qadê de xwe aşkere kiriye, lê di qadasînemayê de nû nû xwe aşkere dikin. Sînema gelek girîng e. Bi taybetî hebûna jinan a dî sinemayê de girîng tir e."

Derhêner Elîf Ergezen jî anî ziman ku jî diyar kir ku hebûna jinan a di sînemayê de gelek girîng e û wiha got: "Lê mixabin yên dîroka sînemaye nivisaniye zilam e. Ji ber vê yekê bi hişmendiya zilan sînema tê nivisandin. Di fîlmên dirêj di jin nikarin xwe bînin ziman. Di sala 2002'an de di belgesel filman de ji sedî 21 cih digirtin. Di sala 2010'an de li gorî daneyan jinan ji sedî 41 cih girtin. "

Derhêner Bîngol Elmas jî diyar kir ku di sektora reklamê de jin wekî kole tê bikar anîn û wiha got: "Li Tirkiyeyê di her qada jiyanê de jin mafê wê û keda wê tê binpêkirin. Tirkiye di mijara jinê de xwedi nasname û sicîlek xerab e. Gelek sektorên aborî hene ku dixwazin jinê wekî kole bikar bînin. Me bi fîlmên çêkirin me xwest hişmeniya serdest a zilam û koletiya li hemberî jinê bînin ziman. Me fîlbê bi navê 'Pippaya mektubum' amade kir. Ez di vî fîlmî de hem li pişt kamera û hem jî li pêş kamerayê me. Jinek ji bo bûka aştiyê vebêje bi rawestandina maşîneykê (otostop) dest pê dike. Dema ez li otobanê li hin jinan rast têm dixwazim wan bifetisînim. Lê nasnameya min a derhêneriyê destûrê nade vê yekê. Divê ez tomar bikim. Mi di vî fîlmî de bûkaniya reş li xwe kir. Ji bo hişmendiya bûkaniya reş veçêrim."