Li Amedê ji bo Ocalan û girtiyên nexweş çalakî
Li Amedê ji bo Ocalan û girtiyên nexweş çalakî
Li Amedê ji bo Ocalan û girtiyên nexweş çalakî
Ji aliyê DIYAR TUHAD-DER û rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş li ber girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî hat dayîn. Sekreterê DIYAR TUHAD-DER'ê Fahrî Azbay ji bo aştiyek mayînde divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe.
Endamên DIYAR TUHAD-DER, rêxistina BDP'ê ya Amedê, MEYA-DEr, endamên meclisa gelek û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê girseyê Sekreterê DIYAR TUHAD-DER'ê Fahrî Azbay daxuyanî da û wiha got: "Ji bo pêvajoya ku hatiye destpêkirin berdewam bike divê şert û mercên mîmarê pêvajoya çareseriya demokratîk birêz Ocalan demildest bên guhertin. Di encamê de ji bo biratiya gelan azadiya Ocalan girîng e.
Azbay ji bo rewşa tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang li Wezareta Dadê kir û wiha got: "Sererastnekirina şert û mercên Ocalan di raya giştî de fikaran zêde dike. Daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat dayîn, daxuyaniyeke ji rêzê û bê cidî ye. Ji ber vê yekê divê birêz Ocalan li nexweşxaneyeke baş tedawî bibe." Azbay destnîşan kir ku girtiyên nexweş serbest nayên berdan û li girtîgehan binpêkirina mafan bi dawî nabin û wiha got: "Pêvajoya demokratîkbûnê destpê kiriye lê hêj li girtîgehan binpêkirina mafan didomin. Girtiyên nexweş ku divê serbest bên berdan, hêj nehatine berdan. Ji ber nêzîkatiya dijminahî ya saziya tipa edlî em wan şermezar dikin û em bang dikin ku bila piştgiriyê bidin pêvajoyê."
Fahrî Azbah komkujiyên li Rojava li hember gelê sivîl pêk tên şermezar kir.