Li Amedê facîaya malbatê: 2 jin hatin qetilkirin

Li Amedê facîaya malbatê: 2 jin hatin qetilkirin

Li navçeya Baglar a Amedê kesê navê Selamettîn Ateşal dê û xwişka xwe bi çekê kuşt û bavê xwe jî di rêde dît û gulebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Kolana 702’emîn Taxa Mewlana Halît, kesê bi navê Selamettîn Ateşal yê 22 salî dayika xwe Bedîa Ateşal ya 60 salî û xwişka xwe Tevrat Ateşal a 26 salî bi çekê kuşt.Piştre li kolanê jî bavê xwe dît û gule berda serê bavê xwe Selahattîn Ateş.

Dê û xwişka wî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û bavê wî Selahattîn Ateş jî rakirin Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê.  Piştî mudaxaleya yekemîn rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Tîpa Dîcleyê.

Piştî bûyerê ji bo kujer bê dîtin xebat hatin destpêkirin.