Li Amedê Ekîncî yê 70 salî hate destgîrkirin
Abdûlkadîr Ekîncî yê 70 salî li Amedê hate destgîrkirin.
Abdûlkadîr Ekîncî yê 70 salî li Amedê hate destgîrkirin.
Polîsan serê sibê li Taxa Bagcilar ya navçeya Baglar ya Amedê bi ser mala Abdûlkadîr Ekîncî yê 70 salî de girtin. Piştî lêgerîna li malê Ekîncî hate destgîrkirin û birîn Miduryeta Emniyetê ya Bajêr.
Kurê Ekîncî Metîn Ekîncî ragihand ku tevî rojnameyên kevin li malê nebûn polîsan di dema lêgerînê de îdîa kirine ku rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) hatibû girtin dîtîne.