Li Amedê berxwedan kete roja 9'an

Li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê berxwedana li Amedê kete roja 9'an. Di çalakiya rûniştinê de dengê stranan bilind dibe.

Li Amedê berxwedana bi pêşengiya HDP'ê kete roja 9'an. Çalakiya rûniştinê ya gel weke rojên berê li Kolana Lîseyê tê kirin.

Polîsên Tirk ji 19'ê Tebaxê û vir ve bi barîyeran kolan dorpêç kirine.

Polîsan kuçeya li pêşberî Şaredaryia Mezin a Amedê, bi wesayitên polîsan û barîyeran çûnûhatin li peyayan û wesayitan girt.

Di çalakiya rûniştinê de hilbijêrên HDP'ê, şêniyen bajêr, parlamenterên HDP'ê Zeynel Ozen, Hasan Ozguneş, Salîha Aydenîz, Remziye Tosun, Nîmetullah Erdogmuş, Hişyar Ozsoy, Dersim Dag, Feleknes Uca, Şaredarê Amedê Adnan Selçûn Mizrakli hazir in.

Hin zarokan dowîzên bi nivîsa, ''em ne qeyûman, bajarên ku dostê zarokan in dixwazin'' vekirin û ciwanan jî dowîza, ''Em çima mirin? Pirsûs, Enqere, Amed'' vekirin.

Çalakiya roja 9'an bi stranên berxwedanê dest pê kir. Tê payin ku nav rojê serokên TMMOB, KESK, DÎSK û TTB'ê jî tevlî çalakiyê bibin.