Li Amedê 3 kes hatin girtin

Hevserokê TÛHA-DER Mhemet Emîn Gûzel û rêveberê wê Şafî Heyam û endama wê Muşeher Ulkerên li Amedê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh polîsan avêtibû ser gelek malan. Di avêtina ser malan de Encamê Meclîsa Şaredariay Rezanê Vahît Dogû, Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) Mehmet Emîn Guzel, rêveberê komeleyêê Şafîî Hayme û endamên komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kûr, Muşeher Ulker û endama MEBYA-DER'ê Hanim Altindag hatibûn destgîrkirin.

Piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê her 7 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgeriyê jî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" Hevserokê TÛAY-DER'ê Mehmet Emîn Adiguzel, rêveberê komeleyê Şafîî Hayme û endama komeleyê Muşeher Ulker hatin girtin û 4 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.