Li Amed û Mêrdînê pîrozbahiya Noelê

Li Amed û Mêrdînê pîrozbahiya Noelê

Pîrozbahiya Noelê ku ji bo Xiristiyanan rojekî pîroz tê dîtin li Amed, Mêrdîn û Midyadê hate pîroz kirin. Di merasîmên pîrozbahiyê de pîrozbahiyên olî hatin pêk anîn û aştî hate xwestin.

Li Amedê bi boneya Noelê li Kilîseya Dayika Meryem ayîn hatin pêk anîn. Merasîma ku li Kilîseya Dayika Meryem a dîroyakiya li navçeya Sûrê hate pêk anîn û Papaz Yusuf Akbulut ku ayîn bi rêve bir komên ciwanan yên jin û zilaman bi zimanê Sûryanî û Tirkî dua xwendin.

Di ayinê de peydabûna Hz. Îsa a şikefta lê ji dayîk bûyî hate zindî kirin. Koroya Zilaman û papaz Akbulut dema ku li dora agirê di mangalê de dizivirîn koroya keçan jî îlahî xwendin.

Ayîna ku têde îlahiyên behsa Hz. Îsa diken xwendin û endamên cemaetê find pêxistin nêzî du saetan berdewam kir. papaz Akbulut diyar kir ku ew di ayînê de cejna hemû alema Xiristiyan pîroz dike. Piştre jî li ser yên ku hatin kilîseyê şeker û kolîçe hatin belav kirin. Yên ku beşdarî pîrozbahiya dînî bûn bi sedema hewaya sar sobeya daran ya ku di hindirê kiliseya dîrokî de hate danîn xwe li ber gerim kirin.

DI MERASÎMA LI MÊRDÎNÊ DE DUA JI BO AŞTIYÊ HATIN KIRIN

Ayîna Noel a ku li Kilîseya Çilan a Mêrdînê hate kirin  Metropolîta Mêrdîn û Amedê Saliba Ozmen û Serok Papazê Kilîseya Çilan Gabrîel Akyûz bi rêve birin. Di pîrozbahiya olî de koroya jin û zilaman îlahî xwendin.

Di pîrozbahiyan olî de Mûsilman û Sûryanî jî beşdar bûn. Di pîrozbahiyên olî de di serî de ji bo aştiya Tirkiyê  û Rojhilata Navîn dua hatin kirin.