Li Amed û Îzmîrê çalakiyên YPS'ê

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Senar Garzan ên YPS'ê ragihandin ku li Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê, li Îzmîrê jî li hemberî qereqolekê wan çalakî kirine.

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Sena Garzan ên YPS'ê ragihand, ku di çarçoveya pêngava "Tolhildana ji mêtinger, sîxur û nokeran" de wan li du bajaran çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di 5'ê Îlonê li navçeya Farqînê ya Amedê  avêtin ser kesên ku madeyên narkotîkê difirotin zarokan. Tîmên Bersivdanê diyar kirin, "Di encama serdegirtinê de firoşkarê narkotîkê H.B. ji bo cara dawî hate hişyarkirin û madeyên narkotîkê yên pê re hatin îmhakirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 10'ê Îlonê de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê li dijî qereqoleke li herêma pîşesaziyê çalakiya sabotajê hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di encama vê çalakiyê de ku li hemberî beşa teknîkê ya qereqolê hate kirin, beşek ji jenartora qereqolê hate îmhakirin."