Li Amed û Îzmîrê çalakiyên ji bo edaletê
Li Amed û Îzmîrê çalakiyên edalet yên xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê vê hefteyê jî hate lidarxistin.
Li Amed û Îzmîrê çalakiyên edalet yên xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê vê hefteyê jî hate lidarxistin.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya îro de li aqûbeta Alî Uygûr pirsîn ê ku di 1'ê Tîrmeha 1980’an de hat revandin. ÎHD'ê ji bo xwedîlêderketina siyasetmedarê kurd Ramîn Hossein Panahî jî bang li her kesî kirin ku li dijî dervekirinê dengê xwe bilind bikin.
Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) ya Îzmirê û Xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 437’an de li Konakê ya Îzmirê berdewam kirin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan di çalakiya îro de bal kişandin ser siyasetmedarê kurd ê Rojhilatî ku li Îranê girtî ye Ramîn Hossein Panahî û xwest cezayê darvekirinê bê betalkirin û serbest bê berdan. Ji bo Panahî dowîzên “Stop Iran killer” û “Bila karneya masuniyetê tune nebe" vekirin. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Alî Aydin daxuyanî xwend.
JI BO PANAHÎ BANG KIRIN
Alî Aydin, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtikayên rejîma Îranê ya darvekirina siyasetmedarên Kurd û wiha got: Li Îranê heta mijdara 2017'an 110 jê kurd bi giştî 390 kes hatin darvekirin. Darvekirin ne cezakirin e. Darvekirin tolhildan e. Divê rejîma Îranê bi lezgîn dawî li darvekirinê bîne. Mijara windakirinê jî li Tirkiye bûye wekî pergalek bi rêk û pêk. Berê di serdema JÎTEM'ê de mirov bi awayekî veşartî dihatin windakirin û kuştin. Niha mirov aşkere tên revandin û aşkere tên kuştin. Niha tevî hemû delîlan kujer nayên darizandin. Kujer bê cezakirin tên hiştin.
Aydin, da zanîn ku Alî Uygur mezûnê Beşa Îngîlîzî ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Gazî bû û di 1'ê Tîrmeha 1980’an de dema bi trênê diçû navçeya Pozanti ya Edeneyê ligel Mithat Nisan, Mahir Keçecî û Ozcan Fedakar hatin destgîrkirin û wiha got: “Piştî hatin destgîrkirin teslîmî Midûriyeta Polîsan a Edeneyê kirin. Ali Uygur li ser daxwaza Midûrê Polîsan ê Mêrsînê birin Mêrsînê. 9 rojan agahî jê nehat girtin. Di 10'ê Tîrmehê de Dayika Ali Ugurlu Hatice Uygur, li gel 2 keçên xwe û nûçegîhanê Rojnameya Demokrat Vahap Şehitoğlu, çûn cem Midûrê Şaxa Yekemîn Omer Guneş û Alîkarê wî Hanefî Avci. Dayikê diyar kir ku ji jiyana kurê xwe bi fikar e. Midûran bersiva "Li taxa Demirtaş di 9'e Tîrmehê de operasyonê pevçûn derket . Wê demê reviya. Kurê te ne li vir e." Li ser ve yekê malbatê bi riya daxwaznameyan serî li hemû saziyên dewletê dan.
Piştî bûyerê dema Haşim Aslan hat destgîrkirin, diyar kiribû ku Alî Uygur li tenişta wî bi lêdanê hatiye kuştin û di lêpirsînê de ji dadgerê lêpirsînê xwestiye şahidiyê bike û li ser vê yekê ew sirgûnî Girtîgeha Sinopê kirine. Hat diyarkirin ku piştî bûyerê cenazeyê Ali Uygur li tenişta deryayê li goristana bêkesan hatiye definkirin."
Piştî daxuyaniyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.
AMED
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 490’emîn çalakiya rûniştinê li avahiya komelê pêk anîn. Xizmên windayan, malbata endamê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Parêzer Muhterem Suren ku di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de axivî û wiha got: “Heya niha lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û nûnerên desthilatdariya siyasî bi zirxên darazê tên parastin.”
Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD’ê Amedê Hasan Yalçin, çîroka astengdarê çav nabîne Çayan Çîçek ê li navçeya Lîcê ya Amedê di sala 1994’an de hat windakirin xwend. Yalçin di dewama axaftina xwe de wiha got: “Malbata Çîçek ê li gundê Dernek ê Licê dijiya, bi çotkarî û sewalkariyê debara xwe dikirin. Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Licê di 10’ê Gulana 1994’an saet 06.00 sibehê bi ser gund digirin. Leşker piştî kontrola nasnameyan Ramazan Akyol, Fevzî Fîdantek, Mehmet Ozînekçî, Mehmet Demîr, Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek destgîr dikin û dibin Dibistana Herêmî ya Şevînî ya Licê. Lê vê derê îşkenceyek giran li van kesan tê kirin. Piştî çend roj şûn de ji derveyî Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek hemû gundiyên din tên berdan. Ligel hemû lêgerînên malbatê, carek din agahî ji Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek nayê girtin.”
Yalçin, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hamsa Çîçek a agahî ji du kur û neviyê xwe Çayan Çîçek negirtin, serî li hemû saziyên berpirsiyar da, lê tim bê encam ma. Dûre serê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME ji bo Tahsîn Çîçek û Alî Îhsan Çîçek Tirkiyey mehkûm kir. DMME ji bo Çayan Çîçek jî bi hinceta derbarê destgîrkirina wî de tu delîl tuneye ser dosyayê girtin.”
Piştî rûniştina 5 deqîqeyan, çalakî bi dawî bû.