Li Almanyayê li dijî projeya heqê rê bertek zêde dibin
Li Almanyayê li dijî projeya heqê rê bertek zêde dibin
Li Almanyayê li dijî projeya heqê rê bertek zêde dibin
Li Almanyayê li dijî projeya anîna heqê rê (Vîgnette) ya ji bo wesayîtan, bertek zêde dibin. Pêkanîna ku hewl tê dayîn di 2005’an de bikeve meriyetê, Partiya Keskan û kulubên ajokaran ADAC û ACE li dij derdikevin.
Pêkanîna ji aliyê lîderê partiya Yekitiya Sosyal Xiristiyan (CSU) Horst Seehofer ku hevkarê biçûk yê hikûmeta nû ye, hat derxistin û destpêkê ji bo wesayîtên biyanî dihat fikirîn. Wezîrê Veguhestinê yê nû Alexander Dobrîndt di rojên borî de diyar kir ku dê pêkanîna Vîgnette di 2015’emîn de ji bo hemû xwediyên wesayîtan bê bikaranîn û salê 100 euro bê girtin. Dobrîndt got ev pere dê ji bo xwediyên plakaya Alman şûnde bê dayîn, lê der barê ku çawa dê şûnde bê dayîn tiştek negot.
Midûrê Kuluba Ajokaran ADAC Peter Meyer bertek nîşan da û got ev pêkanîn ne di alî polîtîkaya veguhestinê de bi wateye û ne jî hatinekê tîne.
Kuluba ACE jî bertek nîşan da. Lê kuluba herî mezin ya Almanyayê AvD piştgirî da pêkanînê.
Bir diğer otomobil kulübü ACE de Vignette uygulamasına karşı görüş bildirirken, ülkenin üçü
Partiya Keskan ya di muxalefetê de ye jî berktek nîşan da.