Li Almanyayê bo kurdên Rjava biryara çalakiyên hevpar
Li Almanyayê bo kurdên Rjava biryara çalakiyên hevpar
Li Almanyayê bo kurdên Rjava biryara çalakiyên hevpar
Saziyên kurd yên Almanyayê li Berlînsê hatin cem hev û ji bo Rojava biryara çalakiyên hevpar girtin. Di civînêde ji bo ku wehşeta Rojava rast ji rayagiştî ya cîhanê re bê ragîhandin biryara çalakiyên hevpar hat girtin.
Li Navenda Çanda Mezopotam ya Almanyayê ku li Berlînê bû civîna piştevaniya bi Rojava re hat lidarxistin. Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (YEK-KOM) civîn organîze kir û serokê wê Yuksel Koç axivî. Nêzî 30 nûnerên saziyan tevli bûn û bang kirin ku divê her kes li gelê Rojava xwedî derkeve.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirinku ji bo wehşet û drama Rojava rast ji rayagiştî ya Cîhanê re bê ragîhandin çalakkiyan dê pêk bînin. Koç anî ziman ku divê saziyên kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê hêza bikin yek.
Ji bo Rojava xebatên bê kirin Platformeke Organîzasyon û Saziyên Kurd ya Piştevaniyê a Piştevaniya bi Rojava re hat avakirin. Ji bo platformê 21 kes bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Çalakiya yekemîn dê li Berlînê pêk were. Di 7’ê îlonê de roja şemiyê saet di 13.00’an de dê li Berlînê meş û mîtîng pêk were. Her wiha dê li bajarên din jî çalakî pêk were.